20 Gulan 2016•Rojanekirin: 21 Gulan 2016
ÎSTANBUL
Beşiktaşa ku di heyama 2015-2016 a Lîga Superê ya Spor Totoyê da bû şampiyon û ev bû cara 14an qûpayê qezenc dike, serkeftina xwe pîroz kir.
Merisa pîrozbahiyê li Vodafone Arenayê hat kirin û di merasimê da sitranbêjên ku Beşiktaşê digirin sitran gotin û şov û pîrozbahiyên cur bi cur hatin kirin.
Di pîrozbahiyê da alîgirên Beşiktaşê trîbunan tije kirin û merasim bi Bandoya Bekoyê dest pê kir. Di vê navberê da lijneya teknîkî û fitbolîstên Beşiktaşê derketin qadê.
Di merasima pîrozbahiyê da sitranbêjên wek Bîrol Can, Alî Altay, Sîmge, Aykut, Ferîdun Duzagaç, Kutsî, Emre Kaya, Gokhan Tepe, Hakan Altun û Dusko Tosicê fitbolîstê Beşiktaşê û xanima wî Jelena Tosic sitran gotin.