Fatih Gazioğlu
14 Tebax 2018•Rojanekirin: 14 Tebax 2018
ADIYAMAN
Li Adiyamanê esnafekî xwediyê loqantayê got ku kesên ku dolarên xwe hûr bikin û meqbûzê wê nîşan bidin ew ê bê pere xwarinê bixwin.
Li Adiyamanê komeke esnafan li ser banga Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ya ku gotibû dolarê xwe hûr bikin û piştgiriyê bidine lire dest bi xebatê kir.
Hosteyê kebaban Erkan Turkoglu daxuyanî da û got ku kesên ku meqbûzê dolarên xwe yên hûr kiriye bîne ew ê bi bêpere xizmeta xwarin û vexwarinbê bide wan.
Turkoglu got tiştê ku ji destê wan tê ew ê bikin û ew ê listîka hêzên derva xirab bikin û wiha dewam kir:
"Kesê meqbûzê 100 lireyî anî ez ê bêpere xwarinê bidimê. Ez li aliyê milet û dewleta xwe me. Dolar çiqasî bilind be bila bilind bibe, xema me nîne. Nikarin me têk bibin. Em li aliyê Serok Erdogan in. Em ê heta mirinê bona vî welatî, ala û miletê xwe bixebitin. Bila miletê me netirse."
Ji xwendekarên Zanîngeha Adiyemanê Furkan Ekîncî jî got em ji ber vê kampanyayê gelekî kêfxweş bûn û wiha axivî:
"Dema ez û hevalên xwe em digeriyan me li taxa Altinşehirê îlanek dît. Di îlanê da digot yên meqbûzê xwe bînim ew ê bêpere xwarinê bide wan. Me jî dolar hûr kiribû. Em hatin vê derê û me têra dilê xwe xwar û vexwar. Em esnafên xwe pîroz dikin."