Adiyaman digel dewlemendiyên xwe yên dîrokî û sirûştî ji ber kêmasiyên binesaziyê û kêmnasandinê ji tûrîzmê têra xwe dahat bi dest naxe. Bi xebatên ku li Adiyamanê tên kirin, tê payîn ku bêtir tûrîst bên Adiyamanê.
Çiyayê Nemrûdê yê ku lê berhemên ku ji Qraliyeta Komageneyê ya antîk a ku 2 hezar sal berê hatibû avakirin mane, hene û wek cihê ku hilatin û avabûna rojê herî xweşik lê xuya dike, li Adiyamanê ye. Adiyaman bi Çiyayê Nemrûdê û xweşikahiyên xwe yên sirûştî dixwaze ku di heyama tûrîzmê de cihekî baş bigire.
Tê payîn ku bi temamkirina kêmasiyên binesaziyê û nasandineke baş dahatên tûrîzmê yên Adiyamanên bên zêdekirin.
Waliyê Adiyamanê Mahmut Demîrtaş daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku Adiyaman yek ji wargehên herî kevn ên Anadoluyê ye û bi nirxên xwe yên dîrokî, sirûştî û çandî gelekî balê dikşîne.
Demîrtaş destnîşan kir ku li Adiyamanê dora 200î heyberên çandî hene û bi vî awayî dişibe muzeyeke servekirî. Demîrtaş diyar kir dixwazin ku bi dahatên tûrîzma mîrateya çandî û dîrokî piştgiriyê bidin aboriyê û wiha axivî:
"Me ji bo ku em dahatên tûrîzmê zêde bikin, xebatên başkirina binesaziyê dan destpêkirin. Di vê çarçoveyê de xebatên verastkirina hawirdor a li Perreya Bajarê Antîk a ku yek ji 5 bajarên mezin ên şaristaniya Kommegeneyê, hema bêje xilas bûn."
- Muzeya servekirî: Adiyaman
Adiyaman bi Tumulusa Karakuşê ya ku di heyama Antiokhosê Yekem Qralê Kommageneyê de hat çêkirin, Xirabeyên Arsemiayê, Pireya Cendereyê, Perreya Bajarê Antîk û Çiyayê Nemrûdê yê ku wir peykerên mezin hene li benda tûrîstan e.
Tumulusa Karakuşê ya ku li cihê ketina Parka Neteweyî ya Çiyayê Nemrûdê cî digire, bi sitûnên xwe yên ku heta roja me li ser piyan mane balê dikşîne.
Mexberê ku wek mexbera jinan tê zanîn û ji aliyê Mîthrîdatesê Duyem Qralê Kommageneyê ve li ser navê Îsasa diya qral hatiye çêkirin, ji ber teyrê li ser sitûnê wek "Tumulusa Karakûşê" tê binavkirin.
- Pireya ku li hember wext li ber xwe dide: Cendere
Pireya Cendereyê ya ku dikeve bakurê rojhilatê Tumulusa Karakûşê jî li ser robarê Kehtayê ye û yek ji pireyên herî kevn ên cîhanê yên ku hê jî tên bikaranîn e.
Li gor kitabeyên li ser pireyê, pire ji aliyê Împaratorê Romayê Severûs ve (193-211) li ser navê jin û zarokên wî hatiye çêkirin. Heta çend sal beriya niha destûr didan ku wesayît ji ser pireyê re derbas bibin lê piştî ku pireyeke nû hat çêkirin tenê peya dikarin ji ser pireya Cendereyê re derbas bibin.
- Kitabeya herî mezin a grekî ya ku li Anadoluyê tê zanîn
Xirabeya Arsemîayê ya ku li ser girekî li rojhilatê robarê Kehtayê cî digire jî kitabeya herî mezin a grekî a ku li Anadoluyê tê zanîn heye.
- Bajarê antîk ê ku ji gorên teht pêk tê: Perre
Perreya Bajarê Antîk jî 5 kîlometro dûrî navenda bajêr e û li bajêr dora 200î gorên teht hene.
Li bajêr şopên şaristaniyên wekî heya Romayiyan, Kommageneyê û Bîzansê hene. Li bajêr kaniya Romayê û hinek sûrên ku heta roja me li ser piyan mane hene.
- Cihê ku hilatin û avabûna rojê wir herî xweşik dixuyê: Çiyayê Nemrûdê
Çiyayê Nemrûdê yê ku wekî "8emîn nuwazeya dinyayê" tê zanîn bi peykerên xwe yên ku bejna wan digihêje 10 metroyî di nav lîsteya Mîretayên Çandî yên Dinyayê ya UNESCOyê de cî digire.
Li Çiyayê Nemrûdê digel peykerên qirase hilatin û avabûna rojê herî xweşik wir dixuyê. Çiyayê Nemrûdê bi berhemên xwe yên ji Şaristaniya Kommageneyê mane yek ji Parkên Neteweyî yên girîng ên Tirkiyeyê de cî digore.
- Qraliyeta Kommageneyê
Qraliyeta Kommageneyê qraliyeteke ku kevneşopiyên çandî û baweriyê yên şaristaniyên grek û Persê dibin yek e.
Qraliyeta Kommaegeneyê li cihekî wisa ye ku rêyên curbicur digihêjin wir.