26 Îlon 2016•Rojanekirin: 28 Îlon 2016
VAN
Piştî ku li serê çiyayên bilind berf ket, koçerên ku havîna xwe li zonanên Başkaleya navçeya Wanêderbas kirin, digel ajalên xwe berjêrî deverên germtir bûn.
Koçer Remezan Gunbey di daxuyaniya xwe da destnîşan kir ku ew sala xwe bi piranî digel ajalan di rêyan da derbas dikin.

Gunbey diyar kir ku ew, seba zozanan ji Mêrdînê hatine Wanê û piştî ku serma ket erdê û bihatina payîzê ra ew ji zozanan berjêr bûne.
"Ev kar li cem me bûye kevneşopiyek"
Gunbey bal kişand ku rê bi zehmetî derbas dibe û wiha xeberda, "Tevî baran û heriyê em rêya xwe dewam dikin. Em her sal zozanan kirê dikin. Em wekî kirê, qedera 50 an jî 100 hezar lire pere didin xwedanên zozanan. Ev kar li cem me bûye kevneşopiyek. Heval û hogirên li derûdora me jî tev de bi vî karî ra mijûl in."

Îbrahîm Gunbey jî diyar kir ku her dereke lê rawestiyabin, wan kon vegirtine.
Gunbey got ku karê ew dikin, pir bi zehmet e.
Îsmaîl Bulut jî qala vegera ji zoznan kir û got ku vegera wan qedera du mehan dajo.
