DIYARBAKIR
Udî Yervant Bostanciyê Ermenî piştî 21 salan vegeriya welatê xwe Diyarbekirê û niha jî amadehiyan dike ku bibe qasidê çandê yê Tirkiyê.
Yervant Bostanci li Xançepeka Diyarbekirê ya ku lê kurd, tirk, ermenî û yahudî bi hev re dijîn ji dayik bû. Piştî dibistana seretayî û navîn di sala 1976an de koçî Stenbolê kir.
Li Stenbolê heta 1992an li Cemiyeta Musîkî ya ûskûdarê dersa udê da û li wir derkete li ser dikê. Di sala 1992an de koçî Amerîkayê kir û ev 21 sal in ku li Los Angelesê di gazinoyan de bi uda xwe stranên ermenî, tirkî û kurdî dibêje. Hin caran ji hêja dîasporaya ermeniyan ve hatiye rexnekirin ku ka çima ji xeynî zimanê ermeniyan bi zimanên din jî stranan dibêje. Lê wî dewam kir û stranên xwe bi 3 zimanan gotin.
"Peyama Wezîr Çelîk bandor li ser min kir"
Yervant li ser bangan ji Amerîkayê vegeriya welêt û li welatê xwe Diyarbekirê bi nûçegihanê AAyê re axivî û got ku ew pir kêfxweşe ku vegeriya welêt û diyar kir ku peyama Wezîrê Tûrîzm û Çandê Omer Çelîk ya li ser medyaya civakî weşandibû bandor li ser wî kir û piştî wê peyamê li hev dîtine û bi hev re li ser heman maseyê runiştine.
Bostanci wiha dewam kir: "Me li ser heman maseyê bi dostî, bi biratî, bi kelogirî hev guhdar kir. Xebatên baş hene. Ez bawer dikim ku ev gav dê serbikevin. 30 sal berê dema ku me nobedarek didît em jê ditirsiyan, lê îro bi Wezîrê Çandê ve dikarim runêm, biaxivim û derdê xwe jê re bibêjim. Em dikarin behsa rojên berê yên ku mirov piçûk didîtin û têkîlî bi mirov re nedidanîn bikim. Ma ev ne pêşketin in, çi ne? Em niha dikarin dêra ku li ser me de hildiweşe temîr bikin. Em nikarin van pişt guh bikin. Her tişt ne bêqisûr e, lê xebatên baş hene."
Bostanci sipasiya Serokê Şaredariya Mezin a Diyarbekirê Osman Baydemîr û kesên din jî kir. Lewra wan gelek caran ew gazî kirine ku vegere welatê xwe.
"Teklîfa qasidiya çandê"
Yervant Bostanci diyar kir ku wî û Mûsteşarê Wezareta Tûrîzm û Çandê Nîhat Gûr û şêwirmend îbrahîm Sarîtaş hev dîtine û wan eleqeyeke mezin nîşanî wî dane û wiha got: "Teklîf li min kirin ku ez bibim qasidê çandê û biratiya li welatê xwe bi mûzîka xwe ve nîşanî dinyayê bidim."