Haydar Şahin
13 Hezîran 2018•Rojanekirin: 14 Hezîran 2018
ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê hewa ew ê ewravî be û berq û birûskê vede.
Li gor agahiyên ji Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê hatin sitandin, tê texmînkirin ku li herêmê hewa yê ewravî û ewrsayî be, piştî nîvro li dorberê Erzirom, Erzincan, Tûncelî û Agiriyê car caran şilî bibare.
Germahiya hewayê ew ê li gor ya demsalê be û hinekcaran jî bayê rabe.
Bi şev germahiya hewayê li Tûncelî û Erzinganê 15, li Îdirê 13, li Erziromê 11, li Agiriyê 9, li Erdexanê 7, li Qersê 6 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Tûncelî û Erzinganê 30, li Îdirê 29, li Erdexan, Erzirom, Qers û Agiriyê 23 pile be.