Haydar Şahin
06 Hezîran 2018•Rojanekirin: 12 Hezîran 2018
ŞANLIURFA
Li Şanliurfayê di eydiyan da "kuluçeyan" îkram dikin û ev wekî kevneşopiyekê dewam dike, dema hindik dimîne bibe Eyda Rojiyê dest bi firotina kulunçeyan dikin.
Kulunçe bi ar, rûn, şîr, hêk, kuncî û 7 cure baharatan tên çêkirin û di eydan da bi çayê ra tên îkramkirin.
Gelê herêmê eleqeyeke mezin nîşanî kurabiyeyên şor, şirîn û bi kuncî didin. Jin di malên xwe da kulunçeyan amade dikin û li firinên taxê jî dipijînin.
Jinên ku nizanên kulunçeyan çêbikin jî berî xwe didin pastaxaneyan.
Mustafa Kurtê hosteyê pasteyan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li Şanliurfayê îkramkirina kulunçeyan kevneşopî ye û beriya hemû eydên dînî tên çêkirin.
Kurt got gelek cureyên kulunçeyan hene û bi hatina Eyda Remezanê ra karê wan jî zêde bû.
Kurt got çêkirina kulunçeyan karekê bi zihmet e û wiha axivî, "Hevîrê kulunçeyan cuda ye. Em reşreşk, vanilya, karbonat û darçînê û hin baharatên din tevî hevîr dikin. Terîfa me taybet e. Li bajêr her kes kulunçeyên Alîgorê dizane. Terîfa me zehf cuda ye, her kes nikarê di vê tehmê da çêbike. Kulunçeyên me di devan da belav dibin. Welatî pirî caran sipas dikin û dibêjin ji pasteyan xweştir in."
- Ji bajarên din jî dixwazin
Kurt got pirî caran xwe bi siparîşan ra zor digihînin û wiha dewam kir; "Kulunçe tehmeke taybet a Şanliurfayê ye lêbelê li gelek herêman jî tên çêkirin. Tehma kulunçeyên Şanliurfayê ji yên din cuda ye. Bi nêzbûna eydê ra karê me jî zêde dibe. Di rojê da kêmzêde tonek kulunçe çêdikin. Çend roj şûnda em li bendê ne ku di rojê da 3-4 ton kulunçe çêbikin. Em kulunçeyan dişînin bajarên wekî Stenbol, Îzmir û Enqereyê. Li gor pasteyan bihayê wan kêm e ji ber vê jî eleqeyeke mezin nîşan didin. Em nika kîloya wan bi 5-6 lireyî difroşin, dibe ku çend roj şûnda biha zêde be."