İbrahim Atmaca
22 Nîsan 2018•Rojanekirin: 23 Nîsan 2018
MADRÎD
Barcelonayê Sevîlla 5-0 têk bir û Kûpaya Qral a Sipaniyayê qezenc kir.
Pêşbirk li Stada Wanda Metropolitano hat lîstin. Gola Barcelonayê ya ewil di deqîqeya 14emîn da avêt Luis Suraez avêt û 1-0 ket pêş.
Lionel Messi di deqîqeya 31, Luis Suarez jî di deqîqeya 40emîn da skor kirin 3-0 û nîvê ewil kuta kirin.
Andres Iniesta di deqîqeya 52yem da ferq derxist 4an, Philippe Coutinho jî di deqîqeya 69emîn da ferq derxist 5an û pêşbirk bi serkeftina Barcelonayê kuta bû.
Barcelona bi vê carê va Kûpaya Qral a 30emîn hildide. Peyê Barcelonayê ra bi 23 kûpayî va Athletic Bilbao tê.