17 Adar 2016•Rojanekirin: 17 Adar 2016
MADRÎD
Di pêşbirka rovanşa tûra 16 tîmên dawîn ên Lîga Şampiyonan a UEFAyê de Barcelona bi Arsenalê re hat hemberî hev. Nûnerê Spanyayê Barcelona Arsenala tîma Îngiltereyê di pêşbirka ewil de 2 û 0 têk bir û bi saya skora ewil ve jî wek tîma xwedîavantaj dest bi pêşbirkê kir.
Di pêşbirka rovanşê de Barcelona bi gola ku Neymar di deqîqeya 18mîn de, Lûîs Sûarez di deqîqeya 65an de û Messî jî di deqîqeya 88an da avêt ve dijberê xwe 3 û 1 têk bir û derket fînala çaryek a Lîga Şampiyonan.
Gola Arsenalê jî di deqîqeya 55an da Elneny avêt lê ev gol têrî nûnerê Îngiltereyê nekir û wê ji Lîga Şampiyonan xatir xwest.