Fatih Gazioğlu
25 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 26 Rêbendan 2019
DIYARBAKIR
Parlamentera HDPê ya Hekariyê Leyla Guven a ku ji ber sûcê terorê girtîbû hat berdan.
Leyla Guven ji ber daxuyanî û parvekirina ku li ser Herekata Çiqlê Zeytûnê ya ku Artêşa Tirkiyeyê li Efrîna herêma Sûriyeyê û axaftinên wê yên di civînan de dihat darazandin.
Rûniştina Guvena parlamenter îro li Mehkemeya Cezaya Giran a 9emîn ya Diyarbekirê hat dîtin. Guven û parezêrên wê beşdarî rûniştinê nebûn.
Mehkemeyê ji bo Leyla Guvenê bi şertê qedexeya derketina dervayî welat biryara texliyeyê da.
- Cezayê tê xwestin
Di îdianameyê da ji ber sûcên "avakirin û rêvabirina rêxistina terorê ya çekdar", "kirina propagandaya rêxistina terorê" û "mixalefeta li dijî qanûna bi hejmara 2911îyan" va ji 17 sal û 6 mehan hetanî 31 sal û 6 mehan cezayê hepsê tê xwestin.
Guven di 22 rêbendana sala 2018an hatibû binçavkrin û 31ê rêbendanê jî ji hêla Hakimtiya Cezayê ya Silhê hatibû girtin.
Guven bi hinceta protestokirina şert û mercên Abdullah Ocalanê Serokê PKKya rêxistina terorê yên li girtîgehê di 7ê mijdara sala 2018an da dest bi greva birçîbûnê kiribû.