Fatih Gazioğlu
25 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 26 Rêbendan 2019
ANKARA
Di çarçoveya lêpirsîna ezmûna Koleja Polêsan a 2009an a ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê birêva dibe da ji 50 kesên der barê wan da biryara binçavkirinê hebû 12 kes hatin qefaltin.
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di çarçoveya lêpirsîna Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da li ser tespîta ku endamên rêxistinê beriya ezmûna Koleja Polêsan a 2009an pirs dizîne û dane merivên xwe der barê 50 kesan de biryara binçavkirinê da.
Ekîbên Şaxa Dijî Sûcên Organîze û Qaçaxcîtiyê ya Midûriyeta Ewlehiya Enqereyê ji bona qefaltina gumanbaran Enqere navend li 21 bajaran derketin operasyonê.
Di operasyonê 12 kes hatin binçavkirin û ji bo girtina gumanbarên din jî xebat dewam dikin.