20 Gulan 2017•Rojanekirin: 20 Gulan 2017
MUŞ
Walîtiyê Mûşê diyar kir ku ji ber operasyonên dijî PKKya rêxistina terorê li 7 herêmên Mûşê qedexeya derketina derva hat îlankirin.
Di daxuyaniya walîtiyê da hat destnîşankirin ku ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Bajêr ji bo berterefkirina endamên rêxistina terorê, tehrîbkirina sitargeh, kozik û depoyên rêxistinê, di kontrola dozger da lêgerîna navnîşana şikbaran operasyon kirin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Ji bo ku di operasyonê da ewlehiya can û malê welatiyan nekeve xetereyê li gor Qanûna Îdareya Bajêr a bi hejmara 5442yan ji 20 gulana 2017an saet 02.30yî pê va li Omcali, Kayalidere, Kayalikale, Yêşîlpinar û Kuşluka gundên Vartoyê û li taxên Konakli û Çavuşogluyê hetanî operasyon bên temamkirin qedexeya derketina derva hat îlankirin."