Muhammet Kurşun
19 Gulan 2017•Rojanekirin: 20 Gulan 2017
MARDÎN
Toz û xubara ku ji aliyê Sûriyê ve tê li bajarê Mêrdîn û Diyarbekirê gelekî bitesîr dibe
Ji ber toz, xubar û ecaca ku ji aliyê Sûriyê tê navçeyên wek Qoser û Nisêbînê gelek di bin tesîrê de bimînin. Jiyana rojane li van deran gelekî neyênî tesîrê digire.
Welatiyan ji ber tozê nekarî nefesê bistînin û berpirsan jî hişyarî da ku nexweşên di bêhnstendinê de zehmetiyê dikişînin dernekevin derve.
Herwiha heman tesîrê li Diyabekirê jî dike û li navenda bajêr çûnûhatin zehmet kiriye.
Welatiyên van deveran piraniyên wan di malên xwe man.
Piştî tozê barana ku bariya jî ew xubar hemû kir herî û bi ser bajêr de anî xwarê.
Midûriya Keşnasiyê ragihand ku dê ev toz û xubar heta sibê jî li herêmê tesîra xwe dewam bike, herwiha dê baran jî bibare.