02 Adar 2017•Rojanekirin: 03 Adar 2017
ANKARA
Li ser malpera Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Acil û Afatê ya Serokwezîrtiyê (AFAD) hat diyarkirin ku îro di saet 14.07an de navend Samsata navçeya Adiyemanê bi lerza 5,5an erd hejiya.
Hat gotin ku erdhej 11,3 kîlomêtro di bin erdê de çêbûye.
Li heman herêmê di saet 14.18an de jî bi lerza 4.4an dîsa erd hejiya.

Li gor tespîta Daîreya AFADê ya Erdhejê di saet 14.07an de li Samsata navçeya Adiyemanê bi lerza 5,5an erdhejek çêbû.
Li ser malpera Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Acil û Afatê ya Serokwezîrtiyê (AFAD) hat diyarkirin ku îro di saet 14.07an de navend Samsata navçeya Adiyemanê bi lerza 5,5an erdhejek çêbû.
Alîkarê Serokwezîr Veysî Kaynak der barê erdheja li Samsata navçeya Adiyamanê da got, "Li gundê Akdamar û Taşkuyuyê bînayên bixesar hene. Du kes jî birîndar in ku birîna wan sivik e. Şikir ji Xwedê ra ku welatiyên me yên birîngiran tunene û kesî canê xwe ji dest neda."
