Haydar Şahin
29 Îlon 2018•Rojanekirin: 30 Îlon 2018
ANKARA
Li Afrîkaya Başûr cureyeke dînazoran a teze hat dîtin.
Li gor xebera li ser malpera National Geographicê, di daxuyaniya Zanîngeha Witwatersrandê da hat diyarkirin ku lêkolîneran cureyeka dînazoran a mezin ya ku tê texmînkirin 200 milyon sal berê jiyaye keşf kirin.
Hat ragihandin ku fosîla hat dîtin qasî 2 qatî ji fîlên Afrîkayê yên nika mezintir e.
Cureya dînazorê ya hat destnîşankirin ku bejna wê 4 mêtre ye û giraniya wê jî 13 ton e, heywana herî mezin a heyama xwe ye.
Navê cureya dînazorê danîn "gurîna ewran a mezin". Hat gotin ku dînazor wekî famîlyeya "sauropod" a dînazorên histûdirêj xanê dike lêbelê ji famîlyeyekê ye ku beriya wê jiyaye.