14 Nîsan 2016•Rojanekirin: 15 Nîsan 2016
LONDRA
Alîkarê Midûrê Giştî û Rêvebirê Weşana Giştî yê Ajansa Anadoluyê Metîn Mutanoglu daxuyand ku AA wê li Afrîka û Amerîkaya Başûr hebûna xwe fireh bike û wê şaxa xwe ya kurewî jî xurttir bike.
Mutanoglu li Londraya paytexta Îngîltereyê di Konferansa Ajansên Nûçeyan ên Ewropayê (EANA) de axivî û got ku Ajansa Anadoluyê di sala 2016an de li parzemîna Afrîkayê wê li Abujaya Nîjeryayê, li Johannessburga Afrîkaya Başûr, li Dakara Senegalê, li Mogadişuya Somaliyê çar cihan ofîsan veke.
Mutanoglu wiha axivî: "Emê rojnamevanên xwe bişînin Çad, Kenya, Kamerun, Qeraxên Diranên Fîlan, Komara Kongoyê ya Demokratîk û Angolayê. Di sala 2017an de jî em difikirin ku li Komara Kongoyê ya Demokratîk û Kenyayê ofîsan vekin. AA wê li Malî, Uganda û Tanzanyayê jî bê temsîlkirin. Dema em gihîştin sala 2020an êdî nûçeyên ajansa me wê li hemû parzemîna Afrîkayê belav bibe. Di sala 2016an de AA wê Buenos Aîresê jî ofîseke nû veke."
- Di sala 100êmîn de guherînên mezin wê çêbibin
Mutanoglu got ku Ajansa Anadoluyê teknolojiya nû dişopîne û li gor vîzyona wê ya sala 100emîn guherînên mezin li Ajansê çêdibin.
Mutanoglu anî ziman ku Ajansa Anadoluyê di qada dijîtal de jî xebatên girîng dike û wiha axivî: "Bi Anadolu Imagesê ve ajans bûye çavkaniya wêne û dîmenan. Anadolu Images niha li Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn û Balkanan wek portala wêneyan a edîtoriyal ya herî mezin. Li ser vê portalê bi hezaran vîdeo û qasî 3 milyonan wêne bi jêrenivîsên tirkî û îngilizî ve tên pêşkêşkirin.
- "Li 84 welatan nûçegihanên me hene"
Metîn Mutanoglu got ku li 84 welatan nûçegihanên Ajansa Anadoluyê hene û wiha dewam kir: "34 cihên ku derveyî welêt ofîsên me hene û em bi 10 zimanan weşanê dikin. Bi 61 ajansên nûçeyan ve jî hevkariya me dewam dike. Em bi Getty Images, AFP Image Forum, DPA Pîcture Allîance, Contacto û Scanpîxê ve hevkariyê dikin."
Ji bilî Mutanoglu, Endamê Lijneya Rêvebirinê ya AAyê Salih Demirkan û Dîrektorê Firotinê û Bazarkirinê yê AAyê Nedîm Kaya jî beşdarî konferansê bûn.
Rêvebirên saziyên nûçeyan ên wek Press Assocîatîon, AFP, ANSA, STT, NTB, SDA, TASS û Belgayê jî beşdarî konferansa EANAyê bûn.