İbrahim Atmaca
16 Mijdar 2017•Rojanekirin: 16 Mijdar 2017
ANKARA
Artêşa Tirkiyeyê duh operasyona esmanî bir ser deverên çiyayî yên Eleşgira navçeya Agiriyê û 3 terorîst hatin berterefkirin.
Li gor agahdarkirina Sererkaniyê, li gor tesbîta wasiteyên kewş û çavdêriyê li deverên çiyayî yên Eleşgira Agiriyê terorîstên rêxistina terorî amadehî dikirin ku êrişê bibin ser yekîneyên ku operasyonê dikin, li dijî terorîstan operasyona esmanî hat kirin.
Di operasyonê da 3 terorîst hatin berterefkirin, stargehek hat îmhakirin.
Jetên ku operasyon kirin, bi silametî vegeriyan baregehên xwe.