15 Mijdar 2017•Rojanekirin: 16 Mijdar 2017
ANKARA
Hêzên Çekdarên Tirkî (TSK) li dijî devera Avaşîn-Basyana bakurê Iraqê operasyoneke asîmanî li darxist, di operasyonê de 3 terorîstên ku amadekariya êrîşê dikirin hatin berterefkirin.
Li gorî agahiyên ji sererkaniyê, TSKê di çarçoveya operasyonên bi mebesta kontrolkirina hedefên rêxistina terorê ya cihêxwaz de, piştî sitendina îstîxbaratên demkî û tesbîtkirina bi wasiteyên keşf û çavdêriyê, li devera Avaşîn-Basyana bakurê Iraqê operasyona asîmanî li dar xist.
Di operasyonê de 3 terorîstên endamê rêxistina terorê ya cihêxwaz ku amadekariya êrîşê li dijî qereqol û baregehên li ser sînor dikirin hatin berterefkirin.
Balafirên ku beşdarî operasyonê bûn bi selametî vegeriyan baregehên xwe.