18 Gulan 2016•Rojanekirin: 19 Gulan 2016
ANKARA
Serokatiya Sererkaniyê da zanîn ku wesayîta bizirx ya eskeran dema ku ji rêya Şemdînlî-Aktutunê derbas dibû, terorîstan teqemenî teqandin. Di teqînê de 4 esker şehîd bûn, jê 4 giran, 9 esker jî birîndar bûn.
Serokatiya Sererkaniyê ji ser malpera xwe daxuyaniyek da û diyar kir ku wesayîta bizirx a ku ji bo ewlehiya konvoyê hatibû peywirdarkirin dema ku ji rêya Şemzînan-Aktutunluyê re derbas dibû teqemeniya bidestçêkirî ya ku endamên rêxistina terorê ya dabeşker veşartibûn hat teqandin.
Di daxuyaniyê de dan zanîn ku di êrîşê de 4 esker şehîd ketin, 4 jê xedar 9 esker jî birîndar bûn û wiha dewam kir: "Birîndar demildest rakirin nexweşxaneyê û niha tên dermankirin. Vê êrîşê em gelekî xemgîn kirin û êşand. Xwedê rehma xwe li şehîdên me yên ezîz ên ku di vê êrîşê de mirin bike, serê malbat û eqrebayên wan sax be û Xwedê sebrê bide Hêzên Çekdar ên Tirkiyê û gelê Tirk û şifaya xêrê bide hevalên me yên birîndar."