Önder Beyter
10 Hezîran 2018•Rojanekirin: 12 Hezîran 2018
ANTALYA/MUGLA
Li Antalya û Muglayê kesên ku hewaya germ ji xwe ra wekî firsend nirxandin, kêfa behr û gerê kirin.
Li gorî daneyên Navenda Texmîna Hewayê ya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 4emîn, li Antalyayê germahî di 28 pileyê da ye û rêjeya nemê jî gihîştiye 78an. Li Antalyayê di vê germ û tava xweş da welatî û kesên di betlaneyê da berê xwe dan plajan.
Li Qeraxê Konyaaliyê hin welatî ketin behrê û herwiha xwe dan ber tavê.
Li nava bajêr jî welatî çûn parq û baxçeyan û li van deran jî xwe di hênkaya siya daran da wextê xwe derbas kirin.
- Muxla
Li navçeyên Muxlayê jî welatî û tûrîst ên ku di germê da derketin derva, berê xwe dan qerax û parqan.
Li navçeya Ula li taxa Akyaka ku li germahiya wê 33 pile hat pîvan, welatî li qeraxê behrê ji xwe ra meşiyan, li kafeyan jî ji xwe ra pirtûk xwendin. Gelek tûrîstên xumalî yên ji Muxla û dewrûberê ketin behrê û xwe hênik kirin.
Herwiha li navçeyên Muxlayê Marmarîs, Bodrum û Fethiyeyê jî tûrîstên xumalî û biyanî ketin behrê û xwe hênik kirin.
Mustafa Yildiz ku ligel hevalên xwe ji Edeneyê ji xwe ra hatine tetîlê, destnîşan kir ku ev cara yekemîn e ku ew tê Fethiyeyê û kêfa wî ji behra vê derê ra pir hat. Yildiz diyar kir ku ew di vê germa havînê da dikevin behrê û xwe hênik dikin. Yildiz herî dawî got ku ew gazî herkesî dike ku bêne Fethiyeyê, tetîlê.