Midûriya Ewlehiyê ya Antalyayê der barê îdiayên "rêxistina paralel" de operasyon kir û di operasyonê de 14 polês binçav kirin.
Tîmên Midûriya Şûbeya Têkoşîna bi Terorê re di çarçoveya lêpirsina Dozgeriya Komarê ya der barê guhdarkirinên dereqanûnî li bajarên Antalya, Mersîn, Hatay, Şanliûrfa û Diyarbekirê operasyon kir. Di operasyonê de Arîkarê Midûrê Ewlehiyê yê Bajar, Midûrê Şûbeya Îstixbaratê yê berê yê Midûriya Ewlehiyê ya Antalyayê û arîkarê wî, komîser, arîkarê komîser û polêsan bi tevahî 14 kes hatin binçavkirin.
Hat îdiakirin ku bersûcan xeta telefonê ya 137ê bi awayekî dereqanûnî guhdar kirine.
Li ewlehiyê bi sûcdarkirinên "ji bo berjewendiyan avakirina rêxistina terorê, birêvebirina wê, binpêkirina veşartîtiya ragihanê, binpêkirina veşartîtiya jiyana taybet, di belgeyên fermîd e sextekarî, lêanîna sûcan" îfadeya bersûcan tê girtin.