12 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 13 Cotmeh 2016
ANKARA
Kurtulmuşê Alîkarê Serokwezîr: "Li Başîqayê hebûna Tirkiyeyê meşrû ye. Heta ku pêwîstî hebe em ê li wir bin."
"(Daxuyaniyên Serokwezîrê Iraqê Îbadî) Camîaya navneteweyî û Hikûmeta Navendî ya Iraqê heke bi rastî jî bi DEAŞê ra şer bike, divê niha xaleke herî girîng û acîl rizgarkirina Mûsilê bûya. Tirkiye jixwe ji bo vê mebestê li wê derê ye, ji bo piştgiriya gelê Mûsilê li wê derê ye. Lê weke ku ev rewş hîç tunebe, wisa diaxivin. Ev jî gotina 'kê dibêje lê nenihêre, li kê dide gotin binhêre' tîne rojevê. Qey Serokwezîrê Iraqê ji ber ku di bin tesîrên din da ye û nikare wek siyasî tiştekî bibêje, vê dibêje"
"Hûn bona ku Mûsilê ji DEAŞê rizgar bikin, heger hûn gazî PYDyê ,YPGyê bikin, hûn gazî grûbeke din a terorê, grûbeke din a çekdar bikin û yên ku unsûrên eslî ên bajêr nînin, hûn bînin nava bajêr û hûn bixwazin 'kînoreke' teze li serê bajêr bikin bela, evê li Iraqê aştiyê çêneke û dê pirsgirêka Mûsilê jî çareser neke."
"Ku herêmê şerekê mezhebî derkeve ew ê ne kêrî siniyan ne jî kêrî şiiyan bê. Yên ku dixwazin li herêmê şerê mezhebî derkeve û herêm parçe be ew welat in ku hedefên wan ên emperyal hene. Dibê em pêşiyê vê bizanibin."
"Girseyeke ku piştgirî nedida rêxistinê lê raya xwe dida partiya nêzîkî rêxistinê heye. Nika rêxistin vê dibîne. Ji ber vê yekê êrîşên rêxistinê yên li ser birayên me yên ji AK Partiyê nîşan dide ku ev pîlana jiholêrakirina siyaseta sivîl e.
"Li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê hebûna eşîran ratiyeke civakî ye. Çend roj berê jî gelek eşîr li Wanê civiyan û nîşan dan ku li dijî teror û PKKyê ne. Nîşan dan ku li cem yekîtiya gel û li cem dewleta Tirkiyeyê cî digirin. Ev tê wê meneyê ku bi sedhezaran kurd terefê xwe eşkere dikin. Ev jî rêxistina terorê ditirsîne."
"Li Amerîkayê hin pirsgirêkên civakî hene. Mesela îslamofobiya. Çawa ku piştî bûyerên 11ê îlonê bi zindî ji hêla destên tarî ve bi awayekî cidî hatibû destpêkirin, niha car din anîn li ber civaka Amerîkayê."
"Ji bo şerên wekaletê jî dawiyek heye. Sînorê şerên wekaletê yên li Sûriyeyê diqede. Heger şerê wekaletê dewam bike ez bi eşkereyî bibêjim wê êdî Amerîka û Rûsya bên hemberî hev û şer bikin. Em li ber deriyê şerekî kurewî û herêmî yê mezin in."
"Îro hûn ji bo ku li Rojhilata Navîn însiyatîfê bistînin piştgiriyê bidin PYD/PKKê dibê bizanibin ku sibê rêxistina terorê ewê li we vegere. Heke xebata bi rêxistinên terorê ra feyde bida welatekî dibê welatên ku Elqaîde û Boko Haram bi kar dianîn abad bibûna."
"(Polîtîkaya Rojhilata Navîn a Amerîkayê) Qismek mittefîqên xwe yên berê guhertin, qismek dijminên xwe yên berê an jî reqîbên xwe wek dijmin qebûl kirin. Ev di polîtîkaya dereke da pêkan e, lê hûn heke bizanibin bê ka hûn vê ji bo çi dikin, mifaya vê wê ji we ra çêbibe. Li gor min amerîkayiyan ev polîtîka plan nekirine û serê xwe pê neêşandine. Di neçariyekê da vî alî diçin wî aliyî."
"Sûriye a sûriyeyiyan e. Em nikarin ji xelkê Sûriyê ra pêşniyaz bikin ku ka dê xwe çawa bi rê va bibin. Rejima Esed, amerîkayî, ûris, îranî ew jî nikarin pêşniyaz bikin. Xelkê Sûriyê dikare biryarê bide ka xelkê Sûriyê dê çawa bê birêvebirin."
"Di mijara guherandina polîtîkayên li Sûriyeyê da me çend caran fikr û ramanên xwe bi raya gişkî ra pare vekir. Ji bo çareserkirina gelek meseleyên ku li serê Tirkiyeyê bûne bela, eşkere ye ku Tirkiyeyê jî ji bo guherandina polîtîkaya Sûriyeyê û li Sûriyeyê bi giştî çareseriyek çêbe alîkariyê bide da ku gav bên avêtin.
"Eleqeya kê bi şerê wekaletê ra heye hemû terefan dît ku ev nayê dewamkirin û berdêla wê giran e. Li gor min rejima Sûriyeyê piyonê şerê wekaletê ye. Meriv dikare wekî amûreke şer bibîne. Ez bawer im ew jî êdî dibîne û yên ku piştgiriyê didin jî dizanin ku wiha dewam nake û divê maseya aştiyê daynin."
"Herhal nikare hemû sûriyeyiyan yek bi yek bikuje û ji ber hindê mecbûr bû ku stûyê xwe li ber lihevkirinê bitewîne. Ez li ser wê qenaetê me ku rejima Esed jî gihîştiye ber qonaxa lihevkirinê. Lêbelê pirsgirêk ev e; xelkê Sûriyê dê bi dîktatorekî evqas dest bi xwîn, bi rejimeke destbixwîn ra li hevdu bike an na?"
"Di navbera teolojiya DEAŞ û teolojiya FETOyê da, yanê di navbera baweriya wan a dînî da ferq tuneye. Dibê qey ji hev hatine kopîkirin."
"(Der barê îxrackirinên FETOyê yên li kamuyê de) Gelek daxwaznameyên heman cureyî li holê hene. Ev jî nîşan dide yên ku ev daxwazname dane, jixwe di nav heman networkê de tevdigerin. Em ê van bêyî pêşdarizandinê yek bi yek bi hûrgilî lêkolîn bikin.