21 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2016
BATMAN
Li Batmanê 36 saziyên civakî yên sivîl hevpar bertek nîşanê terorê dan.
Baroya Batmanê, Komeleya Koçeran, Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê, Komeleya Karsazan û Pîşesaziya Tumê, Memûr Sen, Odeya Ajokaran a Batmanê, Komeleya Arîkariya Mirovahiyê ya ÎHHê jî di nav de 36 saziyên civakî yên sivîl hevpar bertek nîşanê terorê dan.
Daxuyaniya çapemeniya ya hevpar li Hêwana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Batmanê hat dayîn û Serokê Baroya Batmanê Abdulhamît Çakan daxuyanî xwend. Çakan bi bîr xist ku di encama êrîşa terorê ya bibombe ya li Qeyseriyê de 14 esker şehîd ketin û 55 kes birîndar bûn û got ku bi şîdetê dê nekarin bigihêjin tu derê.
Çakan destnîşan kir Tirkiye ji pêvajoyeke wisa derbas dibe ku herî zêde niha hewcedariya wê bi yekîtî û bihevrebûnê heye û wiha axivî:
"Di van rojên ku pevçûnên berjewendiyan ên nav welêtan ên di arenaya navneteweyî de derketiye asta herî jor, erdnîgariya Rojhilata Navîn bûye wekî gola xwînê, ji aliyê welatê me ve herî zêde hewcedariya me bi yekîtî û bihevrebûnê heye de gelekî watedar e ku li bajarên cur bi cur ên welêt çalakiyên bibombe çêdibin. Daîwîlêhatina pêvajoya çareseriyê de, zêdebûna şîdetê de û bi taybetî jî di çalakiyên bibombe de mirov nikare tesîra hêzên derveyî ji nedîtinê bê. Bi taybetî dema ku mirov li ser konjuktura derve difikire tu carî hewcedariya welatê me bi qasî niha bi aramî, yekîtî û bihevrebûnê tunebû."
Çakan da zanîn ku wek 36 saziyên civakî yên sivîl ên li bajêr êrîşên ku diqewimin şermezar dikin û wiha axivî: "Di vê çarçovey ê de em li Batmanê wek 36 saziyên civakî di serî de hemû rêxistinên ku kiryarên van êrîşan in bangî hemû rêxistinan dikin ku dawî li van êrîşên xwe bînin, bangî hemû aliyên civakî dikin ku ji ser van êrîşên ku mafê jiyanê binpê dikin gotinên ku civakê ji hev dûr dixe, bertekên ku aştiya navxweyî hedef digire dûr bisekinin. Em vê êrîşa terorê ya ser mafê jiyanê bi tundî şermezar dikin, Xwedê rehma xwe li kesên ku mirin bike, serê malbatên wan sax be û em ji bo birîndaran jî şifaya xêrê dixwazin."