14 Gulan 2020•Rojanekirin: 14 Gulan 2020
Li navenda navçeya Efrînê ku bi Herekata Çiqlê Zeytûnê ji terorê hat paqijkirin, wesayîteke parqkirî ku tê da bombe hatibû bicihkirin teqiya.
Di encama êrîşa terorê da 2 sivîl birîndar bûn.
Ekîbên îtfaiyeyê ku çûn ciyê bûyerê midaxaleyî şewatê kirin, personelê tenduristiyê jî birîndar rakirin nexweşxaneyên li Efrînê.
Ji ber tesîra teqînê li dewrûberê ziyan çêbû, wesayît şewitî û bû bêkêr.
Hêzên ewlekariyê li ser îhtimala, êrîş bi destê rêxistina terorê YPG/PKKyê hat kirin, disekinin.
Rêxistina terorê ku hê jî li rojhilatê başûrê navçeyê li herêma Til Rifetê û herwiha li Minbicê mewcûd e, car carî li Efrîn, Bab, Ezaz û Cerablusê êrîşên terorê dike.