02 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 07 Rêbendan 2017
DUZCE
Li Behra Reş biştî bahozê hemsî zêde bûn û masîgir ji bo vê kêfxweş bûn.
Masîgirên ku danê sibê ji bo masiyan derketin ser Behra Reş, gelek masî girtin û bi kêfxweşî ber bi Bendêra Akçakocayê ve tên.
Serokê Kooperatîfa Mamulên Behrê yê Akçakocayê Mustafa Karakaş ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ji ber bahozê ev hefteyeke nikarin masiyan bigirin.
Karakaş got ku ji ber vê yekê bihayê hemsiyan du qat zêde bû û wiha dewam kir: "Ev heteyek e bahoz hebû. Piştî bahozê em îro derketin. Me gelek masî girtin. Heke ewa dewam bike ewê bihayê hemsiyan heta du rojên din ji 10 lîreyan dakeve 5 lîreyan."