03 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 05 Tîrmeh 2016
BINGIRDAN
Li Lîbyayê keştiya ku 28 penaberên Tûnisî tê de bûn, binav bû û 16 kes berze bûn.
Aktîvîst Mistefa Ebdulkerîm daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got keştiya ku 28 kes tê de bûn ji Bingirdan û Cercîsa Tûnisê derketibû rê û diçû Sabrata bajarê Lîbyayê. Abdulkerîm got ku piştî vê derketbûnê keştî nîvsaetê de binav bû.
Ebdulkerîm destnîşan kir ku piştî binavbûnê 12 kes hatin xilaskirin û 16 kes jî hê berze ne.