03 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2016
DIYARBAKIR
Li Licêya navçeya Diyarbekirê di operasyona dijî PKKê û hişbirê da ku mezintirîn çavkaniya fînansa rêxistinê ye, nêzîkî 20 ton amonyum nîtrata ku li ber teqînê bû, hat desteserkirin. Herwiha 22 otomobîlên ku bi mebesta êrîşên bombeyî li ba xwe digirtin hatin girtin.
Li gorî agahiyan, operasyona hêzên ewlekariyê da ya ku bi mebesta nehiştina terorîstan, têkbirina sitargeh, ziving û cebilxaneyên rêxistinê û îmhakirina çandingehên hişbirên ku mezintirîn çavkaniya fînansa rêxistinê ye, li çolbeyar û daristanên Licê didome, nêzîkî qedandinê bûye.
Di vê çarçoveyê da 22 otomobîlên ku bi mebesta êrîşên bombeyî revandibûn û li ba xwe digirtin hatin girtin.
Herwiha di maweya 10 rojan da 19 hezar û 255 kîlogram amonyum nîtrata ku ji teqînê ra amade bû hat desteserkirin.
- 62 milyon kenevîra hindî hat îmhakirin
Di operasyonan da heta roja wek îro 62 milyon û 584 hezar serî kirkirk, 5 hezar û 89 kîlogram heşîşa toz û 8 hezar û 260 kîlogram esrara hûr hat îmhakirin.
Hat ragihandin ku bihaya wê ya piyaseyê ya hişbira ku hat îmhakirin 16 milyar û 11 milyon û 356 hezar lire bû.