18 Tebax 2016•Rojanekirin: 19 Tebax 2016
BÎTLÎS
Li Hîzanê di êrîşa terorê de jê 5 esker û gundapêrazek bi giştî 6 kes şehîd ketin û eskerek jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan, li gundê Nazarê dema li hember rêxistina terorê PKKê operasyon dihat kirin di navbera hêzên ewlehiyê û terorîstan de pevçûn derket.
Di pevçûnê de gundparêz Muslum Yaldiz şehîd ket û leşkerek jî birîndar bû.
Dema ku wesayîta bizirx a leşkeran ji nêzîkî herêma ku gundparêz şehîd ketibû dizivirî, li taxa gundê Gaydayê êriş li wesayîta wan hat kirin. Di êrîşê de 5 leşker şehîd ketin û leşkerek jî birîndar bûn.
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bidlîsê.
Li herêmê operasyon dewam dike.