18 Tebax 2016•Rojanekirin: 18 Tebax 2016
HAKKARÎ
Ji bo bertek nîşanî pêşnûmaya ku wê navê Hekariyê pê bibe "Colemêrg" û statuya wê bikin navçe bidin, nobeta "Bila Hekarî wîlayet bimîne" tê girtin.
Protestoyên li dijî pêşnûmaya ku şandin Lijneya Giştî ya Meclisê ku wê navê Hekariyê pê bibe "Colemêrg" û statuya wê bikin navçe dewam dikin.
Welatî li Kolana Bulwarê civiyan û dest bi girtina nobeta "Bila Hekarî wîlayet bimîne" kirin.
Serokê Şaxa Hekariyê ya Mazlûm-Derê Cengiz Şen diyar kir ji bo piştgiriyê bidin lijneya ku li Enqereyê ji bo statuya Hekariyê têkilî û pêwendiyan datîne, bikin dest bi vê çalakiyê kirine û got ku em ê her êvar nobetê bigirin.
Nobeta ku welatiyan eleqeyeke mezin nîşan dayê heta derengê şevê dewam kir.