06 Tebax 2016•Rojanekirin: 06 Tebax 2016
BİTLÎS
Li Bidlîsa navçeya Hîzanê di êrîşa ku bi destê terorîstên PKKyî ve hat kirin de eskerek şehîd ket û gundparêzek jî birîndar bû.
Waliyê Bidlîsê Ahmet Çinar daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li navçeya Hîzanê di operasyona ser rêxistina terorê de çawîşekî pispor ê jendirme hat şehîdkirin, gundparêzek jî tehl bû.
Çinar got ku di operasyona li çolwara herêma Nazarê ya navçeya Hîzanê terorîstan bi çekên lûledirêj êrîşê hêzên ewlehiyê kir û ev agahî hatin dayîn:
"Di operasyonan de di encama gulebarana mensûbên PKKya rêxistina terorê de çawîşekî pispor ê jendirme şehîd ket, gundparêzek tehl bû. Berdestê nîvro gulebarana tacîzê berdabûn ser hêzên me yên ewlehiyê yên ku li herêmê operasyon dikin. Ji bo ku terorîstên êrîşkar bên girtin li herêmê operasyoneke berfireh dan destpêkirin."