İbrahim Atmaca
03 Gulan 2018•Rojanekirin: 03 Gulan 2018
ANKARA
Li gor agahiya ku li ser malpera înternetê ya Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Acil û Afatê ya Serokwezîriyê (AFAD) hat parvekirin, di saet 05.30yî da li Boluyê bi lerza 3,8an erd hejiya.
Du deqîqe piştî vê erdhejê îcar dîsa li Boluyê bi lerza 4an erdhejeke din çêbû.
Erdheja ewil 8 kîlomêtre, ya duduyan 5 kîlomêtre di bin erdê da çêbû.
- Li Çankkaleyê erdhej
Li Çana navçeya Çanakkaleyê jî bi lerza 4,3yan erdhej çêbû.
Li gor agahiya ku li ser malpera înternetê ya AFADê hat dayîn, di saet 05.04an da li navçeya Çanê bi lerza 4,3yan erd hejiya.
Erdhej li navenda Çanakkaleyê, navçeyên derdorê û li Bursa û Balikesirê hat hîskirin û 7 kîlomêtre di bin erdê da çêbû.