27 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 29 Berfanbar 2016
CHICAGO
Pêşengeha wêneyên ku di dema hewla derbeya 15ê Tîrmehê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da ji objektîfên nûçegihanên Anadolu Agencyê (AA) derketin û bûyerên wê demê qewimîn nîşan didin di çarçoveya çalakiyên Kongreya MAS-ICNA ya li bajarê Chigacoyê ye hat pêşkeşkirin.
Di çarçoveya kongreya ku Cemiyeta Mislimanên Amerîkayî (MAS) û Civata Îslamê ya Bakurê Amerikayê (ICNA) lidarxistin da pêşengeh hat vekirin û Alîkara Serokê Komeleya Jin û Demokrasiyê (KADEM)ê Sumeyye Erdogan Bayraktar û mêrê wê Selçuk Bayraktar, Balyozê Tirkiyeyê yê li Washîngtonê Serdar Kiliç û Parlementera AK Partiyê ya Eskîşehirê Emîne Nur Gunayê pêşengeh vekirin.
"Nîşandana wan deman wiha pêşkeşkirin pir giring e."
Sumeyye Erdogan Bayraktar piştî vekirina pêşengehê daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir ku di 15ê Tîrmehê da "hewla derbeya gelek bêbext" qewimî û wiha pê da çû: "Anadolu Agency bi pêşengehên wek vê ku wê şevê nîşandidin û xîtabî hêstên me dikin wiha pêşkeşkirin pir giring e."
"Mixabin li dijî Tirkiyeyê polîtikayeke durû tê kirin"
Bayraktar got ku piştî qehremantiya 15ê tîrmehê gelêk kes ji gelê Tirk re heyran man û wiha axivî:
"Gelek kes êdî bi nêrîneke cuda Tirkiyeyê dinêrin. Gelê Tirk xwedî derketina demokrasiyê nîşanî hemû dinyayê dan. Lê mixabin lê vê derê gelek di serî da DYA û gelej dewletan li dijî Tirkiyeyê polîtikayeke durû meşand. Lazim bû ku herî zêde ew li Tirkiyeyê xwedî derketîban lê xwedî derneketin. Ev jî ji wan re kêmasiyeke. Mixabin."
Pêşangeh wê heta sibê vekirî bimîne. Di pêşangehê de nêzî 30 wene tên nîşan dan.