Li gor daxuyaniya Antîk AŞyê li Otêla Shangrî-La Bosphorusê mezatek çêbû. Di mezatê de wêne û kevnareyên navdar ên biqîmet hatin firotin.
Ji 500î zêdetir karsaz û berhevkar ên ku hunerê hez dikin beşdarî mezatê bûn û bi bihayek zêde berhemên osmanî û tirkan stendin.
Wêneyê wênesazê navdar Îbrahîm Çalli ya bi navê "Yên ku li Eywanê Rûdinên" 2 milyon û 460 hezaran hat firotin. Ev wêne wêneyê Çalli ya ku heta niha herî biha hat firotin e.
Di mezatê de ji bilî vê berhemên Samî Yetîk, Şevket Dag, Şeker Ahmet Paşa, Fausto Zonaro,Nazmi Ziya jî hatin firotin.