Elif Orhan
19 Mijdar 2015•Rojanekirin: 21 Mijdar 2015
Endamê Girseya Tirkmenên Sûriyeyê Tehsîn Xoşkar da zanîn ku hem mewzî hem jî gundên tirkmenan ji bejayê, hewayê û behrê gelekî tê bombebarankirin.
Xoşkar daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û da zanîn ku bi piştgiriya Rûsyayê jî êrîşên ser herêmên wan zêde bûn.
Xoşkar destnîşan kir ku niha li herêmê pevçûn hene û got ku "Hem mewzî hem jî gundên tirkmenan ji bejayê, hewayê û behrê gelekî tê bombebarankirin. Pevçûn heta vê saetê qet nesekinîn."
Xoşkar diyar kir ku gundên wan hatin valakirin, nêzî 5 hezarî kes çûn herêmên li aliyê Sûriyeyê yên ku ewledar dibînin û wiha axivî: "Li Çiyayê Tirkmen rewş gelek gelek krîtîk e û ew der jî di bin xetereyê de ye. Em bi fikar êrîşên ku mirî û birîndar hene dişopînin."