25 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2019
Mihemed Rumaneyê xelkê Resuleynê bi xêra Herekat Kaniya Aştiyê vegeriya xaniyê xwe.
Derket holê ku xaniyê Rumaneyî ji hêla endamên YPG/PKKya rêxistinê terorê va wekî baregeh hatiye emilandin.

Xelkê Resuleynê piştî ku navçeya Resuleynê ji terorê hat safîkirin êdî vedigerin ser xaniyên xwe.
- "Xaniyê min wek baregeh emilandine"
Mihemed Rumaneyê xelkê Resuleynê piştî 6 salan vegeriya mala xwe. Rumaneyî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku endamên rêxistinê zirarek mezin dane xaniyê wî û wiha axivî:

"Ev xanî min bi destê xwe çêkiribû. Zarokên min li vî xaniyê mezin bûn. Xanî vegerandine baregeha eskerî. Ev wêneyên wan e li dîwaran daliqandine. Ev jî posterê Abdullah Ocalanê serokê wan yê terorîst e. Ev jî alaya wan ya qirêj e."
Rumaneyî ji ber operasyonê spasiya Serokomar Recep Tayyîp Erdoga kir û wiha dewam kir: "Xwediyên vê axê yên esil em in. Ez niha li vir im û gelekî kêfxweş im."