23 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2016
ŞIRNAK
Li Cizîra navçeya Şirnexê ya ku lê operasyona ser PKKya rêxistina terorê berdewam dike mala hucreyê ya ku terorîst wek îmalatxane û depoya bombeyê bi kar tînin derxistin holê.
Hêzên ewlehiyê yên ku beşdarî "Operasyona Çawîşê bi Qidem Binefser Jendirmeyê Şehît Burak Demirci" bûn li taxên Sûr û Cûdiyê gelek caran bi mensûbên rêxistina terorê re dikevin nav pevçûnan.
Tîmên herekata taybet a jendirmeyan li Taxa Cûdiyê mala hucreyê ya ku terorîstan wek îmalatxane û depoya bombeyê bi kar tînin, derxistin holê.
Di lêgerîna ku li malê hat kirin de bi qasî 5 ton amonyum nîtratê ku di çêkirina bombeyê de tê bikaranîn û gelek teqemeniyên bidestçêkirî hatin dîtin.
Hat tespîtkirin ku terorîst amonyum nîtratê bêjîng dikin û bi mazotê dişûn, ji bo ku tesîra wê zêde bikin dixin nav tupên gaza mitbax an jî klîmayê û quşxaneyên pola. Hat tespîtkirin ku funyeyên teqemeniyan pê ve bûne û ji bi teqandinê amade ne.
Her wiha digel gelek çekên lûledirêj ên ku di beşên veşartî de hatibûn xefkirin kanas, gule û êlekên êrîşê hatin dîtin.
- 367 bergiriyên li navçeyê hatin rakirin
Di vê navberê de 367 bergiriyên ku terorîstan danîbûn hatin rakirin 94 hendek hatin girtin.
Hêzên ewlehiyê ji bo ku teqmeniyên ku mensûbên rêxistina dabeşker danîbûn tespît bikin û wan îmha bikin xebatên xwe berdewam dikin.
Di operasyonê de 681 teqemeniyên bidestçêkirî hatin îmhakirin. Li Taxa Cûdiyê teqemeniya ku li rê hatibû veşartin ji aliyê tîmên herekata taybet a jendirmeyan ve hat îmhakirin.