06 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 07 Berfanbar 2016
ŞIRNAK
Li Cizîra navçeya Şirnexê ya ku Wezareta Karên Navxweyî di çarçoveya Biryarnameya di Hikmê Qanûnê (KHK) da ye lê wezîfedarkirin kir projeya "Veguhaza Jîr û Xebata Xaçerêyan" ket rewacê.
Qeymeqam Ahmet Adanurê ku ji hêla Wezareta Karên Navxweyî va bi KHKê wek wekîlê Serokê Şaredariya Cizîrê hat tayînkirin daxuyanî da û diyar kir ku ji ber ku navçeya nifûsa zêde ye "Veguhaza Jîr û Xebata Xaçerêyan" li ser Xaçerêya Dortyolê kirin rewacê.
Adanur got ku proje li ser 30 hezar metreqereyî wê bê çêkirin û ji bo asankariya çûn û hatina mirov û wesayîtan wê bê dîzaynkirin û wiha pê da çû: "Di çarçoveya projeyê da lembayên trafîkê wê bên nûkirin, nîveka rêyan wê bê xêzkirin, derbasokên ji bo peyayan wê bên nûkirin, di projeya nû da ji bo welatiyên me yên astengdar jî wê rê bên çêkirin."
Di çarçoveya projeyê da Parka Cumhuriyetê jî wê bê nûkirin û bibe Meydana navçeyê.