06 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 08 Berfanbar 2016
HAKKARÎ
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê xweykerê dermaleyan ji bo heywanên xwe berfa nîv mîtroyî ya ku ketiye ser loda ka û giya paqij dikin û êmên heywanên xwe jê derdixin.
Gundiyên ku ka û giya ji loda di bin berfê da maye derdixin yan dikin gurz didin ser pişta xwe û yan jî datînin xizangê û ser berfê kaş dikin.
Gundê Yenîişikê yê ku 25 kîlometre ji navçeyê dûre ji ber berfa ku di rojên dawîn da bi tesîre mexdûr in lewra qalindiya berfê ji 50 santîmetreyê derbas bûye û cihekî heywanên xwe lê biçêrînin tuneye. Lê şêniyên gund bi şert û mercên zor ên zivistanê baş zanin û ji ber vê jî tewdîrên xwe payîzê hildane. Gundî bi ketina berfê ku êdî cihekî heywan lê biçêrin nemîne li wî ka û giyayê ku ji payîzê va lod kirine dixin, derdixin û tînin dikin mêfirê heywanên xwe.
Ji gundiyan Bîlal Sezek daxunî da nûçegihanê AAyê û got: "Zivistanê bi hatina berfê ra jiyana li gund zor û zehmettir dibe. Ew ka û giyayê ku me ji bo heywanên xwe lod kiribû di bin berfê da ma. Em jî ji bo heywan birçî nemînin wê ka û giya ji bin berfê derdixin. Zivistan hêj nû dest pê dike. Ji bilî heywandariyê em nikarin tiştekî bikin, ev debara me ye."