Haydar Şahin
15 Tebax 2018•Rojanekirin: 16 Tebax 2018
HAKKARİ
Li Çukurcaya navçeya Hekariyê dîmenên pezkoviyan ji bo avê daketibûn gund hat kişandin.
Pezkovî ji bo avê vexwin hetanî nêzî Narliya gundê Çukurcayê hatin.
Ridvan Înançê ji gundiyan got ev demek e pezkovî danê nîvro ji bo avê peyayî bintara Çiyayê Sebrê dibin.
Înaç diyar kir ku ew jî avê dikişînin herêma pezkovî dijîn û wiha pê da çû: "Pezkovî bi qasî 150 mêtreyî nêzî gund bûn. Em jî wan av didin. Pezkoviyên ku berê ji Çemê Zapê av vedixwarin ji ber ku wesayît zehf ji rêya li rexê çêm ra derbas dibin ditirsin ji rê derbasî wî alî bibin û êdî ber bi gundê me tên."