17 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 18 Cotmeh 2015
Li herêma Daglicayê Hekariyê û derdora wê di operasyona ku tê birêvebirin de şer derket, 3 esker cangorî bûn, yek jê giran 6 esker birîndar bûn.
Serokatiya Sererkaniyê daxuyanî da û diyar kir ku li herêmê şer dewam dike û di operasyonê de 17 jî terorîst mirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin di operasyona li herêmê dewam dike de 3 esker cangorî bûn û yek jê giran 6 esker jî birîndar bûn û wiha hat gotin: "Di vê bûyera dilsoj a ku kezeba me şewitand de Xwedê rehma xwe li şehîdên me bike û sebrê bide malbatên wan ên bi qedr û qiymet. Xwedê şîfayê bide hevalên me yên birîndar."