25 Îlon 2015•Rojanekirin: 25 Îlon 2015
ANKARA
Serokatiya Sererkaniyê ragihand ku li Beytuşebaba navçeya Şirnexê endamên rêxistina terorê ya cihêxwaz du êrîş birin ser hêzên ewlehiyê û di êrîşan da 2 leşker cangorî bûn û 8 leşker û gundparêzek birîndar bû.
Hat destnîşankirin ku piştî êrîşan di operasyona hewayî da 34 terorîst hatin kuştin.
Li gor daxuyaniya ku di malpera Serokatiya Sererkaniyê da hat weşandin endamên rêxistina terorê li Beytuşebabê do di seet 23.00an da û di seet 05.40an da êrîşî hêzên ewlehiyê kirin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Di êrîşan da 2 leşker cangorî bûn û 8 leşker û gundparêzek birîndar bû. Piştî êrîşan bi alîkariya balafirên bêmirov û firokeyan di operasyonên hewayî da heta niha 34 terorîst hatin kuştin."