05 Mijdar 2017•Rojanekirin: 06 Mijdar 2017
DIYARBAKIR
Li Liceya navçeya Diyarbekirê di operasyonekê de di hin sitargehan de çek û muhîmat hatin dîtin.
Li gor daxuyaniya walitiyê li navçeya Liceyê di 2yê mijdara 2017an de roja pênşemê "Operasyona Cendirmeyê Şehîd Mustafa Nergis" hat destpêkirin û 4ê mijdara 2017an roja şemiyê jî qediya.
Di operasyonê de 25 sitargehên ku endamên rêxistiya terorê bi kar dianîn hatin tespîtkirin.
Li mezrayên Sîlkîto û Kortanê yên li ser gundê Hedîkê û li mezrayên Seyrek û Saglikê yên li ser gundê Bayirliyê di 7 sitargehan de 50 kîlo amonyum nîtrat, 58 fîşek, 6 şarjor, 10 akuyên wesayîtan, 247 pîl, 4 çenteyên piştan, 35 tup, 2 makîneyên kincdirûnê, gelek cil û berg û melzeme hatin bidestxistin.
Li gundê Hedîkê jî di malekê de 6 hezar serî kirkik û 744 kîlo esrar hat girtin.
Hat ragihandin ku bihayê vê esrarê di piyaseyê de 9 milyon û 768 hezar lîre ye.