Ferizat Kaya
05 Mijdar 2017•Rojanekirin: 06 Mijdar 2017
ERZÎNCAN
Li Erzincanê tira gubre barkirî ya bi pileqeya 76 DP 706 ya Ercan Hendek (38) diajot, li nêzî Cehennem Deresî qulibî.
Hendek di bin tira barê wê giran da ma, li cihê bûyerê mir.
Ji bo cinazeya ajokar ji bin tirê bê derxistin ekîbên girêdayî AFADê hatin cihê bûyerê. Ekîbên AFADê bi alîkariya vîncê, 3 saet şûnde cinazeyê Hendek ji bin tirê derxist.
Ekîbên Cendirme û Dozgerê Komarê li cihê bûyerê lêkolîn kirin.