15 Adar 2017•Rojanekirin: 16 Adar 2017
DIYARBAKIR
Li Liceya navçeya Diyarbekirê li dijî rêxistina terorê PKKê operasyon hat lidarxisitin. Di perasyonê da gelek belgeyên rêxistina terorê û 390 kîlo hişbir hat bidestxistin.
Li gor daxuyaniya walîtiyê Operasyona Muşterek a Bayrak-41 Cendirmeyê Şehîd Tolga Topçuoglu ya ku di 5ê adarê de li navbera bakurê navçeyên Qulp, Lice û Hênêyê û çiyayên li ser sînorê Bîngolê de hatibû destpêkirin dewam dike. Hat gotin ku Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê, hêzên ewlehiyê û gundparêz bi tevahî 7 hezar personel di operasyonê de wezîfedar in.
Di çarçoveya operasyonê da 14ê adarê li navçeya Liceyê li 5 gundan di 139 malan de lêgerîn hat kirin. Di lêgerînan de tivingeke seydê û gelek belgeyên rêxistinê hatin bidestxistin. Di lêgerînê de 3 gumanbar hatin binçavkirin.
Di operasyonê de 2 stargeh û 2 mewziyên rêxistina terorê û xwarin, cil û bergên tê de hatin îmhekirin. Her wiha di operasyonê da 100 kîlo amonyûm nîtrat, bombeyeke desta û mekanîzmaya teqînê hatin teqandin.
Di çarçoveya tekoşîna dijî narko-terorrê de 150 kîlo toz, 240 kîlo esrara kubar bi tevahî 390 kîlo hişbir hat bidestxistin.