Haydar Şahin
15 Adar 2017•Rojanekirin: 15 Adar 2017
ADANA
Li Edeneyê di operasyona dijî PKK/KCKya rêxistina terorê da 38 kes hatin binçavkirin.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Bajêr di ser gelek navnîşanên kesên ku tê îdiakirin alîgirên PKK/KCKya rêxistina terorê ne û tevlî çalakiyan bûne da girtin.
Di operasyona ku polêsên tevgera taybet jî piştgirî danê da deriyê hin malan bi loman şikênaştin û ketin hundir.
Di operasyonê da 18ên wan ji 18 salî piçûktir bi tevahî 38 kes hatin binçavkirin.
Ekîb li navnîşanên şikbaran geriyan û di lêgerînê da 3 tivingên bipompe, debaçeyek û gelek dokumanên rêxistinê hatin girtin.
Şikbar li Yekeya Tipa Edlî ya Edeneyê ji kontrola tenduristiyê hatin derbaskirin û paşê jî birin midûriyeta ewlekariya bajêr.