25 Hezîran 2016•Rojanekirin: 26 Hezîran 2016
FORT WORTH
Di êrîşa ku li Fort Wort bajarê Teksasa eyaleta DYAyê da hat lidarxistin da 2 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Berdevkê Polêsên Forth Worthê Danîel Segura daxuyanî da û diyar kir ku êrîş li studyoyeka reqsê qewimî û kesek li cihê bûyerê mir û yê din jî li nexweşxaneyê.
Segura destnîşan kir ku gelek kesên birîndar jî sewqî nexweşxaneyan kirin.
Der barê êrîşê da lêpirsînê dest pê kir.