25 Hezîran 2016•Rojanekirin: 26 Hezîran 2016
ANKARA
Ebdilhekîm Çawîşê parêzerê ji Sûriyeyê ji ber şerê navxweyî yê li welatê xwe revî û hate Çubuka navçeya Enqereyê. Çawîş di zeviyên xiyaran da paletiyê dike û nanê xwe bi dest dixe.
Ebdilhekîm Çawîşê 33 salî ji var sal û nevekî berê ji ber şerê li welatê xwe ji Helebê revî û hate Tirkiyeyê, nika li Çubukê di zeviyên xiyaran da paletiyê dike.
Çawîş di konê ku li zeviyan hatiye danîn bi jin û zarên xwe ra dijî.
Ebdilhekîm Çawîş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li Heleba bajarê Sûriyeyê parêzerî dikir.
Çawîş destnîşan kir ku rejimê bangî wî kiriye ku tevlî artêşê bibe li ser vê ji welatê xwe reviye. Çawîş got ku bîriya rojên xwe yên berê dike.
Çawîş diyar kir ku ji vir sal û nîvekî berê hatiye Tirkiyeyê û wiha axivî:
"Min qasî demeke dirêj leşkeriya xwe tecîl kir lê belê rejima Esed dixwest ku min hilda artêşê li ser vê ez revîm TIrkiyeyê. Li Sûriyeyê demokrasî an jî edalet tune, bi tenê li devereke piçûk heye. Tirkiye zehf xweş e. Ji vir 6 meh berê li Antalyayê zareke min çêbû. Ez li Sûriyeyê wek parêzer dixebitîm. Dema ku hatim Tirkiyeyê qasî demekê bêkar mam. Xwedîkarbûn meriva kêfxweş dike. Ez û xanima xwe em hem zara xwe xweyî dikim hem jî dixebitin."