15 Mijdar 2015•Rojanekirin: 18 Mijdar 2015
Li Dêra Protestan a Mêrdînê ya ku kevintirîn yek ji dêrên protestan ên Rojhilata Navîn e, piştî 60 salan ayîn hat kirin.
Li navçeya Artukluyê, Dêra Protestan a Mêrdînê ya ku ji ber sedemên cuda xalî mabû û restorasyona wê jî nû temam bû, di pêşîkêşiya Keşe Ender Peker de ayîn hat kirin. Herwisa endamên cemaetê yên ku jê pir hindik kes mane jî beşdarî ayînê bûn.
Peker li dû ayînê daxuyanî da peyamnerê AAyê û got ji ber ku wî li Mêrdînê pêşîkêşiya ayînê kir, pir kêfxweş e.
Peker bal kişand ku li Mêrdînê ji sala 1855an vir de protestan hene, lê ji ber sedemên cur be cur koç kirin û wiha pê de çû:
"Ji ber ku cemaetê koç kiribû, li vir keşe tunebûn. Ji ber hindê dêr xalî mabû. Şêst sal şûnde li vir pêkanîna ayînê, bi rastî jî min pir hestiyar dike. Li vir gelek dêr bi destê dewletê hatin restorekirin. Ji ber ku gelek wext derbas bû, me ev bi derfetên xwe restore kir."
Peker bal kişand ku Hikûmeta AK Partiyê li gorî yên berê gelek karên girîng birin serî û wiha got: "Hikûmetê di warê kêmjimar û nêzîkatiya baweriyên din de di nava 13 salan de gelek tişt kirin."