19 Îlon 2017•Rojanekirin: 19 Îlon 2017
ADANA
Dijî firoşkerên hişbirê, navend Edene li sê bajaran operasyon hatin lidarxistin.
Li gorî agahiyan ekîbên Midûriyeta Şaxa Sûcên Narkotîk a Midûriyeta Ewlehiyê ya Edeneyê, di çarçoveya xebatan da nasname û navnîşanên 19 kesên hişbirê difroşin, diyar kirin.
Ekîban ji bo gumanbaran zeft bikin li Edene, Mêrsîn û Stenbolê danê sibehê operasyona hevdemî li dar xistin. Di operasyonê da 18 kes hatin binçavkirin.
Di lêgerînên navnîşanên gumanbaran da 11 kîlo 600 gram esrar, 600 gram eroîn, 120 gram kokaîn, 120 gram hişbira sentetîk "metamfetamin" û 7 hezar lire hatin qefaltin.
Gumanbar sewqî Midûriyeta Ewlehiyê kirin. Ji bo gumanbarê ku li navnîşana xwe nehat dîtin bê girtin, xebat dewam dikin.