Türkan Tosun
24 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 24 Rêbendan 2018
EFRÎN
Artêşa Tirkiyeyê 8 terorîstên ku amadehî dikirin êrîşî hêzên li Efrînê bikin, berteref kirin.
Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya ku roja şemiyê di saet 17.00an de li Efrînê dijî terorîstên ji PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞî hatibû destpêkirin, dewam dike.
Li herêma Şêx Horozê di navbera Artêşa Tirkiyeyê û endamên rêxistina terorê PKK/PYD/YPGyê de duh êvarê pevçûn derket û 8 terorîst hatin berterefkirin.
Operasyon di çarçoveya mafên Tirkiyeyê yên ku xwe dispêrin hiqûqa navneteweyî, biryarên Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî yên ji bo têkoşîna dijî terorê û mafê xweparastina rewa ya di peymana Neteweyên Yekbûyî da li ser esasê rêzgirtina li yekpareyiya xaka Sûriyeyê tê meşandin.